Friday, October 18, 2019
HomeÇalakîŞaredariya Holê ‘Stasyona Ava Şêrîn’ vekir
ÇalakîmanshetNûçe

Şaredariya Holê ‘Stasyona Ava Şêrîn’ vekir

HESEKÊ – Şaredariya Gel a Navçeya Holê bi hevahengiya Gerînendeya Giştî ya Ava Vexwarinê li Kantona Hesekê, Stasyona Ava Şêrîn ji bo navçeyê û gundên derdora wê vekir.

Di rê û resmên vekirina stasyonê de nûnerên saziyên leşkerî û sivîl, her wiha hejmarek ji xelkê deverê amade bûn.

Li wir çend axaftin jî hatin kirin yek ji wan Hevserokê Komîteya Şaredariyan a Hesekê Ebdulqefûr Oso bû.

Oso bixêrhatina hemû beşdaran kir û spasiyên xwe pêşkêşî hemû karmendên vê projeyê kir, her wiha tekez kir ku komîteya wan hewldanên xwe berdewam dike da ku hemû pêdiviyên neştecihên van herêman peyda bike.

Ji aliyê xwe ve Hevseroka Gerînendeya Giştî ya Avê li Hesekê Sozda Ehmed girîngiya stansyonên bi vî rengî anî ziman û da xuyakirin ku ew stasyon li ser destê komên terorîst hatibûn wêrankirn.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *