HESEKÊ – Encumena Navçeya Til Temir bi riya nivîsgehên xwe yên cîbicîkarî alîkariya hemwelatiyan dike û karûbarên wan hêsan dike.
Hevseroka encumenê Nazlî Can da xuyakirin ku ew bi awayekî rojane gazinc û giliyên hemwelatiyan pêşwazî dikin û bi riya nivîsgehên xwe hewl didin daxwazên wan bi cih bînin, her wiha tevahiya pirsgirêkên wan çareser bikin.
Can da zanîn ku piraniya gazincên hemwelatiyan li ser “Erka Xweparastinê” û xizmetên tenduristiyê ne, ew pirsgirêk bi hevahengiya Desteya Parastinê û Gerînendeya Tenduristiyê li kantona Hesekê têne çareserkirin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk