Nivîsgeha Malbatên Şehîdan a Hêzên Sûriya Demokratîk li gundê Xinês ji bo malbata pakrawanê QSD’ê Hisên El-Hisên sersaxî xwest.
Merasîma sersaxiyê bi beşdariya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), nûnerên encumenên xwecihî û Encumena Malbatên Şehîdan pêk hat.
Piştî xulekek rêzgirtin li ser giyanê pakrawanan, bi navê Encumena Malbatên Şehîdan Îbarahîm El-Ebdellah axaftinek kir û got: “Me pakrawan dane, em hemû proje ku bibin pakrawan, ev peywireke niştîmanî ye. Em soz didin pakrawanên xwe em ê azadî û rûmetê biparêzin.”
Malbata pakrawan Hisên El-Hisên jî spasiya her kesî kir ku beşdarî merasîmê bûne û alîkariya wan kirine.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk