Monday, June 27, 2022
HomeCihêrengŞaredariya Til Temir.. Kedek mezin bi derfetek kêm
CihêrengmanshetNûçe

Şaredariya Til Temir.. Kedek mezin bi derfetek kêm

HESEKÊ – Şaredariya Gel a Navçeya Til Temir bi derfetên xwe yên pir kêm xebatên xwe yên sereratskirina rê û daristanan, her wiha çêkirina xetên kenalîzasyonê berdewam dike.

Di Şaredariya Gel a Til Temirê de Komîteya Daristan û Hawirdorê, Komîteya Zabîte, Komîteya Xizmetguzariyê û Komîteya Pêjiyanî heye.

Cîgirê Hevserokê Şaredariya Til Temir Ridwan Xelef diyar kir ku komîteyên wan ji bo birêvebirina karûbarên hemwelatiyan û pêkanîna xwestekên wan bi awayekî hevahengî kar dikin.

Xelef tekez kir ku şaredariyê kolanên sereke qîr kiriye, bajar paqij kiriye û pirsgirêka xetên kenalîzasyonê çareser kiriye.

Xelef spasiyên xwe pêşkêşî karmendên şaredariyê kir, ji ber ku di rojên borî de dema ku lehiyên avê rabûn karmendên şaredariyê kedeke mezin dan û karekî baş kirin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *