Saturday, October 31, 2020
HomemanshetAliyek ji perwerdeyên Focê Şehîd Xelef Doçka
manshetNûçe

Aliyek ji perwerdeyên Focê Şehîd Xelef Doçka

TEBQA – Şervanên Focê “Şehîd Xelef Doçka” yê Hêzên Sûriya Demokratîk perwerdeyên xwe yên leşkerî li Tebqayê berdewam dikin.

Di nava foc de 57 şervan di jêr navê “Dewreya Şehîd Tariq El-Hessûn” de perwerdeyên tektîkên şer, bikaranîna çekan û rêbazên şerê kolanan distînin.

Komisyonê Leşkerî yê dewreyê Qehreman Tebqa got: “Perwerde bi awayekî rêxistinkirî li gorî demjimêrên diyarkirî berdewam dike. Em weke komisyonên leşkerî bi hemû hêza xwe hewl didin ku şervan di aliyê ramyarî û bedenî de xurt bibin. Em şervanên nû û şervanên ji focên leşkerî pêşwazî dikin. Her dewreyek 45 rojan berdewam dike û piştre şervan dema ku hazir dibin li xalên leşkerî têne belavkirin.”

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *