Dibistana Ebdellah El-Qadirî pêşengehek vekir

0 562

HESEKÊ – Dibistana Şehîd Ebdellah El-Qadirî ji bo wêne û berhemên destan li taxa Miftî ya bajarê Hesekê pêşengehek vekir û bi dehan şêniyên taxê beşdar bûn.

Merasîma vekirina pêşengehê bi xulekek rêzgirtinê li ser giyanê pakrawanan dest pê kir, piştre stan û govend ji aliyê xwendekarên dibistanê ve hatin pêşkêşkirin.

Benê vekirina pêşengehê hate birîn û kesên beşdar di nava pêşengehê de geriyan. Ew wêne û berhemên ku xwendekaran çêkirine yek bi yek lê nerîn û nirxandin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên sûriya Demokratîk

Leave A Reply

Your email address will not be published.