REQQA – Nivîsgeha Rêxistinkirina Encumenan li bajarê Reqqa ji bo tevahiya encumenên sivîl ên bajar û gundewarê bajêr civînek organîze kir.
Di civînê de piştî xulekek rêzgirtinê li ser giyanê pakrawanan di navbera serokê nivîsgehê û serokên encumenên xwecihî de gotûbêj dest pê kirin.
Encumenên xwecihî raporên derbarê xebatên xwe de pêşkêş kirin û li ser wan raporan nirxandin hate kirin. Serokên encumenên xwecihî pirsgirêkên ku li pêşiya wan dibin astengî li gel serokê Nivîsgeha Rêxistinkirina Encumenan anîn ziman.
Serokê Nivîsgehê Luey El-Îssa tekez kir wan hemû encumenên xwecihî vexwendine vê civînê da ku pirsgirêkên wan giftugo bikin, her wiha planên demên pêş lêkolîn bikin.
El-Îssa got: “Pirsgirêka herî mezin li gundewarê Reqqa qutbûna ceyranê, alîkariyên mirovî û tûpên gazê ye. Ev pirsgirêk jî hatin gotûbêjkirin û ji bo wan çareserî hatin danîn.”
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk