REQQA – Navenda Paqijkirinê bi hevahengiya Navenda Hawirdor û Daristanan ji bo bedewbûnê dest bi paqijkirina rê û derdorên riyên bajarê Reqqayê kirin da ku careke din rengê xweşikbûn û şaristaniyê vegere bajêr.
Ji ber şerê demdirêj li bajarê Reqqa wêraniyeke mezin çêbûye, lewma komîteyên Şaredariya Gel di nava liv û tevgerê de ne da ku careke din kolan û riyên bajêr vegerînin mîna berê. Piştî ku ew xebatên sererastkirinê bi dawî bibin, wê li kolan û baxçeyan dar werin çandin.
Çavdêrê ekîba paqijkirinê Nûrî Îbrahîm El-Hellaq da zanîn ku ekîbên wan gemar û çopa di nava bajêr de kom kirin û derxistin derveyî bajêr.
El-Hellaq got: “Pêngava paqijkirinê armanc jê ew e ku rewşa xizmetguzariyê were başkirin, her wiha xweşikbûna bajar careke din vegere. Em ê karê xwe rojane li kolan û riyên bajêr berdewam bikin. Em cihên daran paqij bikin da ku ekîbên me careke din bikaribin li wir bidin çandin.”
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk