QSD 2 malbatên Amûdê li hev anî

0 580

HESEKÊ – Nivîsgeha Peywendiyan a Hêzên Sûriya Demokratîk li herêma rojhilatê kantona Hesekê bi hevahengiya komîteyên lihevanînê û rêveberiya navçeya Amûdê 2 malbatên Amûdê li hev anîn.

Di navbera malbatên ji eşîreyên “Badîna” û “Sûrguçî” yên li Amûdê de ev 5 sal in pirsgirêkek derketibû û herdu malbat ne li hev bûn.

Herdu malbatan îro piştî destwerdana rûspiyên herêmê rûniştina lihevanînê qebûl kirin. Nûnerên Encumena Sûriya Demokratîk, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şêxên eşîreyên Kurd û Ereb û Nivîsgeha Peywendiyan a Hêzên Sûriya Demokratîk beşdarî rûniştinê bûn.

Ji berpirsên Nivîsgeha Peywendiyan a QSD’ê Heqî Qerar axaftinek kir û spasiya her kesî kir ku di rûniştina lihevanîna herdu malbatan de bûne alîkar.

Herdu malbatên ku piştî 5 salan li hev hatin, jî rêz û hurmet ji bo kesên hazir girtin û spasiya wan hemûyan kirin.

Di dawiyê de herdu malbatan li gorî rê û resmên civakî silav dane hev, weke nîşaneyeke ku pirsgirêka wan bi dawî bûye.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave A Reply

Your email address will not be published.