Di semînerekê de.. Rola jinê di pêvajoya borî de

0 491

HESEKÊ – Nivîsgeha Jinê ya Encumena Sûriya Demoratîk li bajarokê El-Erîşê yê li başûrê bajarê Hesekê bi sernavê “Rola jinê di pêvajoya derbasbûyî de” semînerek pêşkêş kir.

Semîner bi xulekek rêzgirtinê li ser giyanê pakrawanan dest pê kir, piştre li ser navê Nivîsgeha Jinê ya bajarokê Şedadê Betûl El-Hilû axivî.

El-Hilû pîrozbahî li serkeftina Hêzên Sûriya Demokratîk a li hemberî rêxistina DAIŞ’ê kir û rola jinê, namze Yekîneyên Parastina Jin di şerê tunekirina terorê de bi bîr xist.

El-Hilû ji bo avakirina Sûriya azad, demokratîk, pirengî û ne navendî bang li tevaya jinan kir ku riyan wan hevalên xwe berdewam bikin ku di eniyên şer de cih girtine.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave A Reply

Your email address will not be published.