REQQA – Navenda Tenduristiyê ya taxa Seyf El-Dewlê ya bajarê Reqqa xizmetên xwe yên ji bo dermankirina hemwelatiyên nexweş berdewam dike.
Karîgerê Navenda Tenduristiyê Ehmed El-Selûm tekez kir ku deriyê navendê her roj 24 demjimêran vekirî dimîne û xizmetên xwe bêyî pere pêşkêş dike. Ev jî barê lêçûnên nexweşxaneyên taybet rakin.
El-Selûm anî ziman ku ew li navendê ji bo bûyerên lezgîn, çavdêriya tasyonê, çavdêriya şekir, bûyerên trafîk û şewatê xizmetê dikin.
Ji bo dermankirina nexweşiyên Laşmanya û Tlasîmya jî şaxekî taybet li navendê heye ji aliyê doxtorên pispor tê birêvebirin, her wiha beşên taybet bi zarokan û nexweşiyên hudirîn jî hene.
Hêjayî gotinê ye, navenda tenduristiyê bi awayekî rojane 300 nexweşan pêşwazî dike û xizmetên tenduristî pêşkêşî wan dike.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk