Wednesday, September 28, 2022
HomeCihêrengTorbîna 7’an a Bendava Firatê dest bi kar dike
CihêrengmanshetNûçe

Torbîna 7’an a Bendava Firatê dest bi kar dike

TEBQA – Torbîna 7’emîn a Bendava Firatê piştî mehekê ji xebatên sererastkirinê îro hate vêxistin û dest bi kar kir.

Ekîbên sererastkirinê yên bendavê di nava wê mehê de parçeyên xerabe yên torbînê rakirin û li şûna wan parçeyên alternatîv peyda kirin, her wiha kabloyên ceyranê yên torbînê jî hatin guhertin.

Bendava Firatê di halê hazir de enerjiya ceyranê bi qasî 250 Mega Watt dide, ew enerjî ji aliyê Rêveberiya Bendavan li Sûriyê tê belavkirin.

Endamê Rêveberiya Bendava Firatê Endizyar Mihemed Şêxo got: “Îro torbîna 7’an hat şixulandin û  dê bi toreya eneriyê ve were girêdan. Dema ku ev jî hazir bibe wê bendav bikaribe enerjiyê bi qasî 300 Mega Watt bide.”

Şêxo li axaftina xwe zêde kir: “Em êdî dest bi sererastkirina torbînên 5’an û 6’an bikin hetanî ku em tevahiya torbînên Bendava Firatê bidin xebitandin.”

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published.