Ji bo bajarekî paqij û xweşik.. Tebqa

0 504

TEBQA – Komîteya Çandê bi hevkariya Gerînendeya Geşyar û Parastina Şûnwaran bi durişmeya “Paqijiya bajarê me berpirsyariya her kesî ye” pêngaveke paqijkirinê li Tebqa pêk anî.

Pêngava paqijkirinê ji pêşiya baxçeyê Navenda Çandê dest pê kir û hetanî herêma Kornîş a nêzî Gola Bendava Firatê bi dawî bû.

Endamên saziyên Rêveberiya Sivîl a Tebqa, Şaredariya Gel û xelkê bajarê Tebqayê beşdarî xebatên paqijkirinê bûn.

Ji rêveberên Gerînendeya Geşyar û Şûnwaran Ehmed El-Mûsa got: “Ev pêngava duyemîn e ku Komîteya Çandê dide destpêkirin. Cara yekê Keleha Caber hatibû paqijkirin.”

El-Mûsa anî ziman jî ku armanc ew e ku civaka me girîngiya parastina bajarê xwe û xweşikbûna wî têbigihêje, helbet em ê pêngavên bi vî rengî berdewam bikin.”

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Sûriya Demokratîk

Leave A Reply

Your email address will not be published.