Friday, January 15, 2021
HomemanshetPirsgirêka xetên karîzan li taxa El-Bisêr çareser dibe
manshetNûçe

Pirsgirêka xetên karîzan li taxa El-Bisêr çareser dibe

REQQA – Navenda Kenalîzasyonê ya girêdayî Şaredariya Gel a bajarê Reqqa li ser gazinc û giliyên hemwelatiyan, dest bi sererastkirina xetên kenalîzasyonê yên taxa El-Bisêr kir.

Ev demeke dirêj xelkê taxê ji ber girtina boriyên karîzan astengî dikişandin, lewa li cem Şaredariya Gel gazinc û giliyên xwe kiribûn.

Piştî ku ekîbên Şaredariya Gel berê xwe dan taxê û lêkolîn kirin, hate xuyakirin ku boriyên karîzan bi qasî 320 metreyan hatine girtin.

Husam Kalo ku li ser vê projeyê disekine got: “Ji ber derbasbûna gemarê borî hatibûn girtin, di encamê de em neçar man ku wan xetan bidin guhertin. Xetên berê pir teng bûn. Ji bo ku careke din neyên girtin me ew xetên hanê bi qasî 50 cm firehtir kirin.”

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *