Sunday, November 29, 2020
Homemanshet1000 şervan dest bi perwerdeya “Destwerdana lezgîn” dikin
manshetNûçe

1000 şervan dest bi perwerdeya “Destwerdana lezgîn” dikin

REQQA – Akademiya Şehîd Emar El-Şêx li herêma Reqqa îro çarşemê dewreya perwerdeyê ya duyemîn a hêzên taybet/destwerdana lezgîn bi navê “Şehîd Çiya Kobanê” vekir.

Di nava dewreyê de 1000 şervanên ji deverên bakurê Sûriyê cih girtin. Di merasîma vekirina dewreyê de Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk, Saziya Malbatên Şehîdan û malbatên şervanan amade bûn.

Di merasîmê de piştî xulekek rêzgirtinê li ser giyanê pakrawanan toreneke leşkerî ji aliyê şervanan ve hate pêşkêşkirin.

Ji fermandarên Hêzên Sûriya Demokoratîk Selman Mehmûd ji bo şervanan axivî û girîngiya dîsplîn û tevgerîna li gorî pîvanên leşkerî tekez kir.

Mehmûd da zanîn got ku pêwîste şervan hertim amade bin ku di hemû merc û deman de parastina xaka xwe bikin.

Di dawiya merasîmê de şervanan sonda leşkerî xwar.

Hêjayî gotinê ye ev dewreya perwerdeya leşkerî wê 45 rojan berdewam bike û tê de tektîkên şer, rê û rêbazên destwerdana lezgîn û tevî waneyên werzîşê bistînin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *