Friday, October 23, 2020
HomeÇalakîŞaredarî gemara taxa Firatê li cihên diyarkirî kom dike
ÇalakîmanshetNûçe

Şaredarî gemara taxa Firatê li cihên diyarkirî kom dike

REQQA – Navenda Paqijkirinê ya Şaredariya Gel a Reqqa îro çarşemê, piştî gazinc û giliyên welatiyan gemara li taxa Firatê ji bo deverên taybet bi komkirina gemarê veguhest.

Çavdêrê pêngava paqijkirinê ya şaredariyê Umer Elî  El-Seyyah got: “Îro em çûn me daxwaz hemwelatiyan bi cih anî, me gemarê li taxa Firat kom bibû rakir.”

Tê gotin ji ber kombûna gemarê bi awayekî bê ser û ber gelek nexweşî li nava taxê belav bibûn yek ji wan nexweşiya Laşmanya ye.

Şaredariya Gel bi riya destgehên medya û alavên bangeşiyê bang tevahiya xelkê bajêr kir ku paqijiya bajarê xwe biparêzin û li gorî pergala komkirina gemarê di cihên xwe yên taybet de tev bigerin.

Şaredariya Gel wê di van rojên pêş me de pêngavekê ji bo reşandina dermanê kêzikan bide destpêkirin da ku dawiyê li wan nexweşiyan were beriya ku demsala havînê dest pê bike.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *