Tuesday, December 1, 2020
HomeCihêrengLi Hesekê pêşengeha berhemên hunerî ya zarokan
CihêrengmanshetNûçe

Li Hesekê pêşengeha berhemên hunerî ya zarokan

HESEKÊ – Dibistana “Ebdulezîz El-Raşid” a bajarê Heskeê îro pêncşemê bi hevahengiya Gerînendeya Perwerdeyê û Encumena Navçeya Başûr li taxa Neşwa Rojhilat pêşengehek ji bo çalakiyên hunerî vekir.

Rêveberên Gerînendeya Perwerdeyê, mamosteyên dibistanê û bi dehan hemwelatiyên sivîl beşdarî pêşengehê bûn.

Di pêşengehê de piştî xulekek rêzgirtin li ser giyanê pakrawanan, li ser navê dibistanê Mihemed Nûrî Selamê axaftinek kir.

Selamê girîngiya çalakiyên bi vî rengî ji bo zarokan anî ziman ku dikarin bandora şerê taybet û pêkanînên komên terorîst li ser derûniya wan rakin.

Ji aliyê xwe ve yek ji rêveberên gerînendeyê Ehemed El-Şêt tekez kir ku ew amade ne her tiştî pêşkêş bikin ji bo avvakirina nivşekî zana û pêşketî.

Di daiyê de şagirtên dibistanên stran, şano û berhemên xwe yên hunerî pêşkêş kirin

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *