HESEKÊ – Nivîsgeha Peywendiya a Hêzên Sûriya Demokratîk li bajarê Hesekê bi alîkariya Encumena Rûspiyan îro pêncşemê doza kuştina zarokê ji eşîreya Şerabiyan Sadûn El-Bedir çareser kir, ku beriya salekê bi guleyekê hatibû kuştin.
Nivîsgeha Peywendiyan a QSD’ê însiyatîfa lihevanîna pêşkêşî eşîreya Şerabiyan kir, tevî ku hîna lêpirsîn derbarê bûyerê de berdewam dike û çavkaniya wê guleyê nehatiye nasîn. Bi vê însiyatîfê Nivîsgeha Peywendiyan zarokê Şerabî Sadûn weke pakrawanekî xwe dipejirîne.
Rûniştina lihevanînê li mala zarokê mexdûr Taxa Hoş El-Bair a li başûrê bajarê Hesekê pêk hat. Fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk û rûspiyên eşîreyên herêmê jî beşdar bûn.
Ji rûspiyên eşîreya Şerabiyan Hemada El-Fehed spasiya Hêzên Sûriya Demokratîk ji bo vê însiyatîfa girîng kir û da zanîn ku ev gav dide xuyakirin bê çiqasî QSD’ê xwedî li nirx û pîvanan derdikeve.
El-Fehed tekez jî kir ku eşîreya Şerabiyan û tevahiya eşîreyên din piştgiriyê didin hêzên QSD’ê û destê xwe didin hev da ku civakeke azad û demokratîk ava bikin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk