Thursday, September 24, 2020
HomeÇalakîŞaredariya Reqqa kolanên bajêr sererast dike
ÇalakîmanshetNûçe

Şaredariya Reqqa kolanên bajêr sererast dike

REQQA – Şaredariya Gel a bajarê Reqqa dest bi projeya qîrkirin û amadekirina riya bazar El-Hedîd, kolana El-Saqiye û riya mewgefa bajêr kiriye.

Xelkê van taxan ev demeke ji ber xerabûna riyan gazincan li gel Şaredariya Gel kirin. Xwendekarên dibistanan jî di dema hatina baranê de pir zehmetî dikişandin. Ji ber wê yekê şaredariyê dest bi vê projeyê kiriye.

Hevserokê Nivîsgeha Xizmetguzariyên Teknîkî yên Şaredariya Gel Emmar El-Hisên tekez kir ku ev proje berhemê gelek karên din ê şaredariya li kolanên El-Qîtar, El-Mensûr û taxa El-Meşleb e.

Di destpêkê de wê toreyên avê û xetên karîzan werin sererastkirin û piştre şaredarî destg bi qîrkirina kolanan bike da ku tevgera trafîkê ji bo sivîlan hêsan bike.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *