Tuesday, November 24, 2020
HomeÇalakîŞûnwarên Tebqa bi şagirtan didin naskirin
ÇalakîmanshetNûçe

Şûnwarên Tebqa bi şagirtan didin naskirin

TEBQA – Gerînendeya Torîzim û Şûnwaran bi hevkariya Komîteya Perwerde û Hîndekarî ya bajarê Tebqa îro pêncşemê li nava hejmarek ji dibistanên deverê gerek pêk anî.

Di wê gerê de dibistana Bin Zêdûn, El-Qadisiyê û Qurtuba hatin serdankirin.  Di wê gerê de waneyên derbarê şûnwar û kevneşopiyên herêmê de hatin dayîn. Şandeyê ji bo şagirtan cih û deverên dîrokî pênase kir.

Di vê çarçoveyê de Ehmed El-Mûsa got: “Em ê gera xwe ji bo hemû dibistanên herêmê berdewam bikin. Armanca me ya sereke ew e ku ronahiyê bidin ser şûnwarên deverê. Em ê carên din şagirtan jî bi xwe re bibin cihên dîrokî da ku wan deveran baş nas bikin.”

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *