Tuesday, January 25, 2022
Homemanshet22 şervan tevlî YPJ’ê bûn
manshetNûçe

22 şervan tevlî YPJ’ê bûn

Akademiya “Şehîd Rojda Minbic” a herêma Firatê, îro înê, dewreya perwerdeyê ya 22 şervanên Yekîneyên Parastina Jin bi dawî kir.

Di merasîma bidawîkirina dewreya “Şehîd Sekîne El-Eseliyê” de fermanarên Hêzên Sûriya Demokratîk û Yekîneyên Parastina Jin amade bûn.

Piştî xulekek rêzgirtinê li ser giyanê pakrawanan, ji fermandarên QSD’ Rosêl Minbic di merasîmê de axivî.

Rosêl Minbic bidawîkirina dewreyê li şervanên nû pîroz kir û rola şervanên Yekîneyên Parastina Jin di rizgarkirina herêmên bakurê Sûriyê û tunekirina terora DAIŞ’ê de bi bîr xist.

Fermandara QSD’ê tekez kir ku bêyî rêbaz û dîsplîna leşkerî ew ê nikaribin ti carî gavekê ber bi serkeftinê ve bavêjin.

Di dawiyê de şervanan sond xwarin ku hetanî dilopa dawî ya xwîna xwe parastina xaka herêma xwe bikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev dewreya leşkerî 2 mehan dirêj kiriye û tê de waneyên leşkerî û ramyarî hatine standin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *