Wednesday, August 17, 2022
HomeCihêreng‘Şeva rojbûn û mirinê’
CihêrengmanshetNûçe

‘Şeva rojbûn û mirinê’

TEBQA – Koma Şano ya girêdayî Navenda Çandê ya bajarê Reqqa îro înê, li navenda Çandê ya bajarê Tebqa bi navê “Şeva rojbûn û mirinê” şanoyek pêşkêş kir.

Ev şano behsa diyalogeke xeyalî dike di di navbera kesên sax û kesên koç kirine de. Di wê şanoyê de dozên civakî di çarçoveya bûyerên Sûriyê yên çend salên dawiyê de têne vegotin.

Pêşkêşkirina şanoyê li gel kesên hazir bû cihê dilxweşiyê. Ev şano di Festîfala Çaremîn a Şano ya Yekta Herekol de jî cih girtibû ku li bajarê Qamişlo hatibû lidarxistin.

Endamê Hevserokatiya Komîteya Çandê ya Encumena Sivîl a Reqqa Hesen Mustefa têkildarî mijarê got: “Ev berhem xelata aktorê baş di asta duyemîn de girtiye.”

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *