Saturday, January 22, 2022
HomeCihêrengGundek ji welatê min.. Ebû Qibê’i
CihêrengmanshetNûçe

Gundek ji welatê min.. Ebû Qibê’i

REQQA – Gundê Ebû Qibê’i yek ji gundên Reqqayê ye ku 20 km dikeve rojavayê bajêr. Ev gund bi bilindahiya xwe ya ser çemê Firatê ji aliyê bakur ve balkêş e.

Li rojavayê Ebû Qibê’i gundê El-Barûdê û li rojhillat jî El-Sehil heye û gund ji aliyê başûr ve dikeve ser dirêjahiya riya Reqqa û Helebê.

Gund li ser 2 aliyan hatiye dabeşkirin: Ebû Qibê’a Şerqî û Ebû Qibê’a Xerbî. Hejmara neştecihên gund digihêje 6000 kes piraniya wan ji êla “El-Ciêl” in. Xelkê gund li ser karê çandinî, xwedîkirina sewal û mirîşkan jiyan dikin.

Hêzên Sûriya Demokratîk di 30’yê gulana 2017’an di çarçoveya operasyonên xwe yên leşkerî li dijî terora DAIŞ’ê de gund rizgar kirin.

Piştî rizgarkirinê ji birêxistinkirina gundiyan komîn hatin avakirin û rewşa xizmetguzarî û jiyanî ya neştecihan hate birêxistinkirin. Gund ji aliyê rêveberî ve girêdayî Mala Gel a gundê El-Hemamê ye.

Li gund navenda tenduristiyê heye, ew navend di aliyê tenduristî de xizmeta hemwelatiyan dike, her wiha 2 dibistanên seretayî hene. Pirsgirêkên ceyran û ava vexwarinê jî li gundê hatine çareserkirin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *