Hesekê 3 pakrawanên xwe oxir dike

0 534

HESEKÊ – Bi sedan ji hemwelatiyên bajarê Hesekê û herêmên derdorê, îro yekşemê, cenazeyên 3 pakrawanên Hêzên Sûriya Demokratîk yên li eniyên Dêra Zorê şehîd bûne li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawidiyê oxir kirin.

Ji bo oxirkirina hersê pakrawanên QSD’ê Ehmed El-Hisên, Zekeriya El-Îsa û Xwînrij Welat li goristanê merasîmek hate lidarxistin. Di merasîmê de nûnerên Fermandariya Leşkerî, saziyên sivîl û hemwelatiyên deverê beşdar bûn.

Li goristanê piştî xulekek rêzgirtinê li ser giyanê pakrawanan toreneke leşkerî ji aliyê şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk ve hat lidarxistin.

Li ser navê Hêzên Sûriya Demokratîk û malbatên pakrawanan axaftin hatin kirin. Di axaftinan de soz hate dayîn ku riya pakrawanan were berdewamkirin hetanî tevahiya armancên wan werin bicihanîn.

Kesên ku axivîn tekez kirin ku ew amade ne şer bikin li hemberî hemû kesên ku bixwazin destkeftiyên gelê bakurê Sûriyê desteser bikin, her wiha şerê li hemberî terorê hetanî rakirina kokên wê yên dawî berdewam bikin.

Di dawiyê de belgenameyên pakrawaniyê radestî mabatên pakrawan hatin kirin, paşê cenazeyên hersê pakrawanan li goristanê hatin veşartin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave A Reply

Your email address will not be published.