Sunday, August 9, 2020
HomemanshetKolanên bajarê Reqqa têne qîrkirin
manshetNûçe

Kolanên bajarê Reqqa têne qîrkirin

REQQA – Li bajarê Reqqa li devera navbera Çerxerêya El-Neyîm û Kolana Til Ebyed ji ber tunelekê, boriyên kenalîzasyonê şikestibûn.

Navenda Kenalîzasyonê û Navenda Avê piştî ku projeya xwe li wê deverê bi dawî kirin, Navenda Xizmetguzariyê dest bi paqijkirin û qîrkirina kolanên wê deverê kir.

Karîgerê Navenda Xizmetguzariyê Emmar El-Hisên tekez kir ku di vê projeyê de hevrêzî di navbera Navenda Kenalîzasyonan û Navenda Avê de hebû, lê piştre Navenda Xizmetguzariyê jî alavên xwe şandin dever û bi awayekî lezgîn dest bi kar kirin. Xebatên paqijkirin û qîrkirinê wê sibe bi dawî bibin.

Divya xebatên qîrkirina li tevahiya kolanên bajarê Reqqa di destpêka meha nîsanê de destpê bikin, lê belê ji ber mercên hewayê ew xebat hatin paşdexistin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *