Saturday, December 5, 2020
HomemanshetNavgîna di navbera şervan û malbatan de
manshetNûçe

Navgîna di navbera şervan û malbatan de

TEBQA – Nivîsgeha Malbatên Şervanan a Tebqa di destpêka sala 2018’an de hatiye damezirandin û ji wê demê ve rewşa karûbarên malbatên şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk dişopîne.

Endamên nivîsgehê bi awayekî rojane li bajar, gundewar û li nava kampan serdana malbatan dikin û ji nêz ve rewşa wan nas dikin, li pirsgirêkên wan gundar dikin û alîkariyê ji bo wan pêşkêş dikin.

Heta niha hejmara malbatên ku di beleyên Nivîsgeha Malbatên Şervanan de hatine tomarkirin gihiştiye 1500 malbatî.

Nivîsgeh her wiha beşdarî hemû çalakiyên li bajarê Tebqayê dibe û li gel navendên sivîl û leşkerî hevrêziyê pêk tîne da ku peywendiyên di navbera malbatên şervanan û rêveberiya sivîl de xurt bike.

Ji rêveberên nivîsgehê Ebdilqadir Hebeş got: “Em bi awayekî domdar serdanan pêk tînin û jiyana malbatan dişopînin. Em daxwaz û pêdawîstiyên wan nas dikin û alîkariya wan dikin.”

Hebeş berdewam kir: “Em dixwazin bibin navgînek di navbera şervan û malbatan de û hewl didin ramanên Hêzên Sûriya Demokratîk bigihînin civakê.”

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *