Wednesday, August 17, 2022
HomeCihêrengPira Kevnar a Reqqa hate vekirin
CihêrengmanshetNûçe

Pira Kevnar a Reqqa hate vekirin

REQQA – Encumena Sivîl a Reqqa, îro yekşemê, bi beşdarbûneke fermî û gelerî Pira Kevnar a bajarê Reqqayê vekir.

Di çalakiya vekirina pirê de, piştî xulekek rêzgirtinê li ser giyanê pakrawanan çend axaftin hatin kirin.

Hevserokê Komîteya Çand û Hunerê Hesen Mustefa axaftina vekirinê kir û got: “Em vê rojê li tevaya xelkê bajarê Reqqayê pîroz dikin. Vekirina vê pira mezin a kevnar pir girîng e ku başûr û bakurê çem digihîne hev. Ev pir bi xwe damarê sereke yê jiyana bajêr e. Piştî karê sererastkirin û amadekirinê ku bi riya endizyarên pispor hatiye kirin careke din damarê jiyanê vedigere weke berê.”

Mustefa ji bo hemû kesên ku keda wan ketiye projeya ji nû ve amadekirina Pira Kevnar a Reqqa spasiyên xwe pêşkêş kir.

Di dawiyê de Hevseroka Encumena Jin a Reqqayê Feyrûz Xelîl bendê vekirin qetand.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *