Zabîteya Til Temir her roj li nava bazarê digere

0 575

HESEKÊ – Komîteya Zabîte ya girêdayî Şaredariya Gel a navçeya Til Temir bi awayekî rojane li nava bazaran digere û buhayan kontorl dike.

Hevserokê Komîteya Zabîte Ednan Hesen derbarê karê xwe de got: “Em di çarçoveya karê xwe de xebatên firotinê, tenduristî û avasaziyê dişopînin. Di gerên xwe yên sibehê de em bi hevrêziya li gel Komîteya Teknîkî tekez dikin bê xwediyên avahiyan rûxsetên xwe girtine yan na. Em her wiha li nava dikanan jî digerin da ku duristiya madeyên xwarinê tekez bikin û buhayên firotinê kontorl bikin, ev jî bi hevahengiya Komîteya Tenduristiyê pêk tê.”

Hesen berdewan kir: “Têkildarî paqijkirinê jî em xwediyên dikanan pependî paqijiya li pêşiya dikanan dikin da ku gemara xwe navêjin kolanan, her wiha ji bo wan girîngiya paqijiya kolanan tekez dikin û wan hişyar dikin eger li gorî van pîvanan tev negerin dê werin sizakirin.”

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave A Reply

Your email address will not be published.