TEBQA – Meştelên çandiniyê bi cureyên darên xwe yên cuda tevî gul û kulîlkên ku diçînin di warê parastina hawirdorê de roleke pir girîng bi cih tînin.
Îsal li bajarê Tebqa bi hezaran şitleyên daran ji aliyê hemwelatiyan ve di nava daristan û hewşên malan de hatin çandin.
Şareedariya Gel bi xwe jî gelek meştelên çandiniyê ji bo baxçe û daristanan çêkiriye. Darên meştelên şaredariyê ji bo daristanên giştî û kolanên di nava bajêr de têne bikaranîn.
Li deverê hem aramî heye û hem jî hêmanên çandiniyê zêde ne mîna peydabûna avê û axa baş, lewma hemwelatî çandina daran li derdora malên xwe berdewam dikin.
Hesen Nasir yek xwediyê meşteleke çandiniyê ye dibêje: “Balkêş bû ku xelkê deverê pir darên zeytûn, hinar, xox û tirî diçînin. Ev dar li gorî mercên herêma me baş çêdibin.”
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk