Saturday, July 4, 2020
HomeCihêrengMala Kurdî.. berhemeke dîroka kevnar hembêz dike
CihêrengmanshetNûçe

Mala Kurdî.. berhemeke dîroka kevnar hembêz dike

HESEKÊ – Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dîroka xwe ya kevnar û hembêzkirina şaristaniyan tê naskirin. Ev herêm bi berhemdariyên xwe yên hunerî navdar in.

Bi armanca komkirina ew berhemên hunerî û parastina wan weke kevneşopiyên xelkê vê deverê, hemwelatiyekî Taxa Miftî ya bajarê Hesekê bi navê “Mala Kurdî” pêşengehek amade kiriye. Armanc ji însiyatîfê ew e ku ew kevneşopî û berhemên hunerî di çarçoveya şoreşa teknolojî de parastî bimînin.

Hemze Elî bi xwe xwediyê ramana vê projeyê ye, ew tekez dike ku armanc komkirina hemû berhemên folkilor û şûnwarên devera bakurê Sûriyê ye.

Li vê malê, tizbiyên kevnar, bazinên zîv, şûşe û gelek berhemên din ku bi hunera destan hatine çêkirin hene.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *