Thursday, September 24, 2020
HomeÇalakîRewşenbîrên Tebqa yekîtiya xwe ava dikin
ÇalakîmanshetNûçe

Rewşenbîrên Tebqa yekîtiya xwe ava dikin

TEBQA – Îro çalakiyên Yekemîn Konferansa Damezirêner a Yekîtiya Rewşenbîrên Tebqa û Gundewarê wê bi durişmeya “Bi çand û pênûsên azad wê gel rizgar bibin” dest pê kir.

Endam û nûnerên komîte û saziyên Rêveberiya Sivîl a Tebqa tevî şandeyên ji Yekîtiya Rewşenbîran a Teqqa û Yekîtiya Rewşenbîran a Minbic beşdarî konferansê bûn.

Endamê Hevserokatiya Encumena Cîbicîkar a Rêveberiya Sivîl a Tebqa Şiyar Mihemed axaftina vekirinê ya konferansê kir û got: “Bi riya yekîtiya wê rola pêşeng a rewşenbîran di zanebûna civakê de were aktîvkirin û pênûsên wan bikevin xizmet doza dadwer û her tiştî li hemberî yekîtiya welatê me dibe gefxwarin.”

Ji aliyê xwe ve Endama Komîteya Amadekar a Yekîtiya Rewşenbîran Şeza El-Hisên da xuyakirin ku ev konferans berhema karê salekê ye ji çalakiyên mîna semîner, şevbihêrk û civînan ku bûne navgînek ji bo naskirina rewşenbîran û dîtinên wan.

El-Hisên berdewam kir: “Çand nasnameya şaristaniyê û pênaseya nasnameya gelan e. Li vir rola rewşenbîr di nasnameya wî ya exlaqî ya rasteqîn a gelan de xuya dibe û li pêşiya êrîşên pergalên desthilatdar derdikevin.”

Di berdewamiya konferansê de rola rewşenbîran a di dîrokê de hate vegotin, her wiha afirandina wan ji şoreşa hişmendî re ku dibe bingeha guhertina civakê û pêkanîna şoreşê bi hemû wateyên wê.

Di dawiyê de rêzikname û biryarên konferansê hatin xwendin û desteya rêveber a yekîtiya hate hilbijartin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *