Wednesday, December 1, 2021
HomeÇalakîŞaredariya Reqqa li gel ‘Nivîsgehên xaniyan’ civiya
ÇalakîmanshetNûçe

Şaredariya Reqqa li gel ‘Nivîsgehên xaniyan’ civiya

REQQA – Şaredariya Gel a bajarê Reqqa ji bo gotûbêjkirina dozên taybet bi xaniyan û rûxsetkirina karê firotina xaniyan li gel 150 xwediyên nivîsgehên xaniyan civiya.

Di civînê de Hevserokên Şaredariya Reqqa, Komîteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan, Hêzên Ewlehiya Hundirîn, Komîteya Dada Civakî û xwediyên nivîsgehan amade bûn.

Piştî xulekek rêzgirtinê li ser giyanê pakrawanan di navbera kesên hazir de mijarên girêdayî kirêkirin û firotina xaniyan, her wiha yekbûna peymanên firotinê yên nivîsgehan û pêşkêşkirina rûxsetan li gorî yasa û mercên şaredariya gel hatin vekirin.

Li gorî biryaran, pêwîste xwediyê her nivîsgehekê ji xelkê bajarê Reqqa be û li gorî biryarname û biryarên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk tev bigere. Di wê civînê de ji bo van mercan lihevkirinek çêbû ji aliyê xwediyên nivîsgehên avahiyan. Her kesekî ku li gorî van mercan tev negere jî wê rastî lêpirsîna yasayî were.

Cîgirê Hevserokatiya Şaredariya Gel a Reqqa Îbrahîm El-Reşîd got: “Girîngtirîn dozên girêdayî xaniyan, her wiha pirsgirêkên xwediyên nivîsgehan û navendên fermî hatin gotûbêjkirin.”

El-Reşîd berdewam kir: “Em ji qonaxeke kevn a bêyî yasa derdikevin û derbasî bin banê zagonan dibin. Ev yek jî ji me dixwazin ku milkên sivîlan û xaniyên wan werin parastin û karekî hevrêz di navbera nivîsgehan û şaredariyan de hebe.”

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *