Thursday, September 24, 2020
HomeÇalakîLîgaya fotbolê ya “Egîd Çîlo” dest pê kir
ÇalakîmanshetNûçe

Lîgaya fotbolê ya “Egîd Çîlo” dest pê kir

HESEKÊ – Komîteya Çalakiyan a girêdayî Gerînendeya Perwerdeyê ya bajarê Hesekê bi navê “Pakrawan Egîd Çîlo” lîgayeke fotbolê ji bo xwendekarên asta navîn ên dibistanên herêma Cizîrê organîze kir. Ev yekem lîga ye li ser asta herêma Cizîrê ku navçeyên herêmê jî beşdarî wê dibin.

Lîgaya fotbolê bi xulekek rêzgirtinê li ser giyanê pakrawanan dest pê kir, piştre lîga ji aliyê tîma Hesekê û tîma El-Erîşê hate vekirin.

Endama Komîteya Çalakiyan Îvan Hesen da xuyakirin ku armanca wan bilindkirina xwendekaran e, da ku van mercên heyî û zehmetiyên xwendinê derbas bikin.

Di lîgayê de 9 tîmên fotbolê yên ji Hesekê, Til Temir, Hol, El-Erîşê, Zirgan, Dirbêsiyê, Şedadê, Mexzûm û Serêkaniyê beşdar in.

Wê ev çalakiya hanê hetanî du hefteyan berdewam bike û di dawiyê de tîmên serkefî werin xelatkirin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *