Pêşengeha karê destan li Hesekê vebû

0 560

HESEKÊ – Dibistana Mehmûd Derwîş û Dibistana Helîma El-Sadiye bi hevrêziya li gel Gerînendeya Perweredeyê ya bajarê Hesekê pêşengeheke karê destan vekirin.

Fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk, nûnerên saziyên Rêveberiya Sivîl, mamoste û malbatên xwendekaran beşdarî pêşengehê bûn.

Vekirina pêşengehê bi xulekek rêzgirtinê li ser giyanê pakrawanan dest pê kir, piştre Karîgerê Dibistana Mehmûd Derwîş Salih El-Xelef axaftinek pêşkêş kir.

El-Xelef bi xêrhatina mêvanan kir û pesin da serkeftinên mamoste û xwendekaran di vê pêşengehê de.

Di pêşengehê de ku bi navê “Yekîtî hêz e” hatiye organîzekirin, gelek berhemên hunerî yên xwendekaran mîna cil û berg, secade, wêne û peyker hatin pêşandan.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave A Reply

Your email address will not be published.