DÊRA ZORÊ – Akademiyên leşkerî, îro sêşemê, li herêma rojhilatê Dêra Zorê 4 dewreyên perwerdeyê yên serbazên leşkerî ji bo şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk vekirin.
200 şervanan cihê xwe di wan dewreyan de girtin. Fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk, Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin beşdarî merasîma vekirina dewreyan bûn.
Ji fermandarên QSD’ê Milîtan Efrîn axaftinek kir û vekirina dewreyan li şervanan pîroz kir û girîngiya pabendiya li polîtîkaya Hêzên Sûriya Demokratîk, dîspilîna leşkerî û hevpeymanên navnetewî nirxand.
Ji wan şervanan 110 kes dê li ser rêbazên fermandarî û rêveberiyê werin perwerdekirin û 90 jî wê ser sekvanî, çekên navîn û tektîkên şer perwerdeyê bibînin.
Di dawiya merasîmê de durişmeyên dilsoziya bi pakrawanên azadiyê re hatin gotin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk