Monday, September 21, 2020
HomeCihêrengRiyên El-Selhebiyê têne çêkirin
CihêrengmanshetNûçe

Riyên El-Selhebiyê têne çêkirin

TEBQA – Şaredariya Gel a gundê El-Sehlebiyê ev çend roj in li rojavayê gund dest bi dagirkirina kortalan û tamîrkirina riyan kiriye.

Ji ber şerê ku berê li deverê rû daye gelek wêranî û xerabî li jêrzemînên herêmê bûye. Lewma Şaredariya Gel pêwîstî dît bi sererastkirina wan riyan.

Di xebatên projeya şaredariyê de riya giştî hate sererasatkirin ku şaxên wê derbasî gund dibin.

Berpirsê Nivîsgeha Teknîkî ya Şaredariiya Gel Turkî El-Şirîdê li ser karê sererastkirinê wiha got: “Heta ku ji me tê em zû dikin. Şaredariyê hin çavdêr li ser projeyê danîne, ji bo ku planên şaredariyê danîne bi cih werin.”

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *