Friday, October 23, 2020
HomemanshetYekem hêza leşkerî ya Ermeniyan hat damezirandin
manshetNûçe

Yekem hêza leşkerî ya Ermeniyan hat damezirandin

HESEKÊ – Civaka Ermenî ya bakur û rojhilatê Sûriyê îro çarşemê li gundê Til Goran ê navçeya Til Temir damezirandina yekem hêza xwe ya leşkerî bi navê “Şehîd Nûbar Oznaniyan” ragihand.

Ew hêza Ermenî wê di bin banê Hêzên Sûriya Demokratîk de xebatên parastinê bike û li kêleka tevaya pêkhateyên din bisekine.

Damezirandina vê hêzê îro 24’ê nîsanê pêk hat, ango roja bîranîna salvegera Komkujiyiên “Sefo” yên Ermeniyan li ser destê dewleta Tirk.

Ji fermandarê Hêza Ermeniyan Masîs Botanya ragihandina hêzên Ermeniyan li tevahiya pêkhateyên bakur û rojhilatê Sûriyê pîroz kir û soz da ku destkeftiyên Hêzên Sûriya Demokratîk bi saya xwîna pakrawanan bi dest xistiye biparêze.

Botanya got: “Em riya pakrawanên xwe berdewam dikin hetanî ku hemû pêkhateyên bakur û rojhilatê Sûriyê azad bibin û Sûriye rengereng û ne navendî were avakirin.

Di dawiyê de şervanên Ermenî sirûda niştîmanî ya Ermenî xwendin, ku li gel wan mîna sirûdeke pîroz tê dîtin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *