Kenalên avê li gundê ‘Kedîranê’ têne amadekirin

0 570

REQQA – Komîteya Çandiniyê bi hevrêziya li gel rêxistina “CHF” projeya ji nû ve amadekirina kenalên avê yên gundê Kedîranê û derdorê.

Di çarçoveya vê projeyê de wê hemû kenalên avê werin amadekirin, pincarê di hundirê wan  de çêbûye jî dê were rakirin, her wiha axa ku tê de kom bûye were derxistin.

Li gorî berpirsan, ev proje dê 33 rojan dirêj bike ji roja ku dest pê kiriye.

Li gorî daxuyaniya Karîgerê Cîbicîkar Ehmed El-Deyf, wê tirimpeyên avê werin vêxistin ji bo av bi awayekî lezgîn bigihêje zeviyên çandiniyê û cotkar dest bi demsala havînê bikin. Ev jî yek ji girîngtirên armancên projeyê ye.

El-Deyf bal kiaşnd ku zeviyên çandiniyê ku ew dixwazin avê bigihînin wan, ji demeke dirêj ve nehatine avdan, ji ber tirimpeyên avê hatibûn rawestandin û kenal hatibûn girtin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave A Reply

Your email address will not be published.