Saturday, July 4, 2020
HomeÇalakîÎslama Demokratî yekem kongreya xwe li dar dixe
ÇalakîmanshetNûçe

Îslama Demokratî yekem kongreya xwe li dar dixe

HESEKÊ – Bi dirûşmeya “Vejîna hevpeymana medînê ji bo avakirina welatan û parastina mirov” îro şemiyê çalakiyên Kongreya Yekemîn a Civaka Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Navenda Tîgran a Çand û Hunerê dest pê kir.

Di kongreyê de oldarên ji bakur û rojhilatê Sûriyê, nûnerên encumenên sivîl, Rêveberiya Xweser û fermanarên hêzên leşkerî amade bûn.

Kongre bi xulekek rêzgirtin li ser giyanê pakrawanan û sûretekî Quraanê dest pê kir.

Hevseroka Akademiya Îslama Demokratîk Delal Xelîl pêşwazî li mêhvanan kir û bal kişand ser serkeftinên Hêzên Sûriya Demokratîk li hemberî rêxistina DAIŞ’ê.

Xelîl anî ziman ku DAIŞ’ê bi belavkirina terora xwe wêneyê Îslama rasteqîn di çavê xelkê de reş kiribû.

Xelîl tekez kir ku rêgezên jiyana hevbeş di navbera gelên bakur û rojhilatê Sûriyê bingeha Îslama Demokratîk e.

Piştre bi navê Hêzên Sûriya Demokratîk, Şêwirmendê Leşkerî Rêzan Gulo axaftinek kir. Gulo hêvî kir ku kongre bi perensîpên dadwerî, wekhevî, azadî û hevbexşandinê di navbera pêkhateyên bakur û rojhilatê Sûriyê de bi encam bibe.

Di kongreyê de her wiha derbarê damezirandina Akademiya Îslama Demokratîk de fîlmek hate pêşandan û piştre peyamên pîrozbahiyê hatin xwendin.

Tê pêşbînîkirin ku kongre du rojan li pey hev berdewam bike, tê de rapora salane û rêzikanmeya kongreyê were xwendin, her wiha hevserokatiya kongreyê, encumen û komîteyên wê jî werin hilbijartin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *