Saturday, August 15, 2020
HomemanshetPiştî rizgarkirinê.. Tebqa dîsa bedew dibe
manshetNûçe

Piştî rizgarkirinê.. Tebqa dîsa bedew dibe

TEBQA – Piştî 2 salan, ango ji 1’ê gulana 2017’an ku  Hêzên Sûriya Demorkatîk bajarê Tebqa ji terorîstên DAIŞ’ê rizgar kir, bajêr rewşeke ewlehî û aramiyê jiyan dike.

Bajarê Tebqa niha bi bazar û dikanên xwe hertim di nava qerebalixê de ne, di demekê de ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn xebatên parastinê berdewam dikin.

Li bajarê Tebqa di warê avasazî û ji nû ve avakirina binesaziyê de jî pêşketineke ber bi çav heye. Nayê jibîrkirin ku ev bi saya encumenên xwecihî û komînên bajêr pêk hatiye.

Ji dema rizgarkirinê ve Rêveberiya Sivîl a Tebqa kar dikin ku hemû dergehên jiyanî û enerjiyê aktîv bike, nemaze Bendava Firatê ku xwedî girîngiyeke setratejîk e.

Terorîstên rêxistina DAIŞ’ê bi zanebûn bendav xerab kiribûn û gelek amûrên bendavê dizîbûn. Lê niha piştî sererastkirin eneriya ceyranê û avê dide gundewarê rojhilat û bakurê Tebqayê. Stasyonên avdan û pirên derdora bajêr ku terorîstên DAIŞ’ê ew teqandibûn jî dîsa hatin aktîvkirin.

Rêveberiya Sivîl a Tebqa hewl dide di hemû aliyên jiyanê de xizmetê bike û jiyanê bi rêxistin bike, her wiha pêdawîstiyên hemwelatiyan bi cih bîne û pirsgirêkên wan çareser bike, li gel ku defetên kar jî ji bo wan peyda bike.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *