Wednesday, December 1, 2021
HomeÇalakîŞaredariya Reqqa riyên bajêr sererast dike
ÇalakîmanshetNûçe

Şaredariya Reqqa riyên bajêr sererast dike

REQQA – Komîteya Hawirdor û Gulîstanan a girêdayî Şaredariya Gel a bajarê Reqqa di halê hazir de xebatên sererastkirina derdorên riyan û rakirina xerabeyan berdewam dike.

Ji çavdêrên vê projeyê Mihemed El-Elî got: “Em niha navgînên riyan ku wêran bûne çêdikin. Ekîbên me navgînên berê rakirin û ji nû ve ew ava kirin.”

Çavdêrê projeyê berdewam kir: “Armanca me ew e ku tevgera trafîk û xelkê dîsa vegera asayî bibe, her wiha tevgera trafîkê bi rêxistin bibe.”

El-Elî da zanîn ku niha ew li kolana El-Emasî kar dikin û dê hemû navgînên riyan sererast bikin.

Piştî ku ev xebat bi dawî bibin komîte armanc dike ku kortikên axê di navbera riyan de çêbike da ku daran tê de bide çandin û careke din xweşikbûna bajar vegerîne.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *