Sunday, November 29, 2020
HomeÇalakîCotkarên Reqqayê yekîtiya xwe ava dikin
ÇalakîmanshetNûçe

Cotkarên Reqqayê yekîtiya xwe ava dikin

REQQA – Bi durişmeya “Ber bi çandiniyeke baştir ve” îro Kongreya Damezirêner a Yekîtiya Komeleyên Cotkarî û Çandiniyê li Reqqayê hate lidarxistin.

Armanc ji pêkanîna wê kongreyê ew bû ku çandiniya herêmê were pêşxistin, ji bo berhemdariya çandiniyê destek were dayîn û berhem li bajar û gundewarê Reqqayê were zêdekirin.

Kongreya bi xulekek rêzgirtinê li ser giyanê pakrawanan dest pê kir. Di kongreyê de Hevserokatiya Encumena Sivîl a Reqqa, Encumena Zagonsaz a Reqqa, Saziyên Civaka Sivîl, Komîteya Çandiniyê û 102 komeleyên cotkariyê yên bajarê Reqqayê beşdar bûn.

Axaftina vekirina kongreyê ji aliyê Endamê Saziyên Civaka Sivîl Macid Ebdê ve hate kirin ku bal kişand ser girîngiya piştevaniya çandiniyê bi riya yekîtiya cotkaran.

Ebdê got: “Em ê piştgiriyê bidin çandiniyê bi damezirandina Yekîtiya Cotkaran ku wê hemû komeleyên çandiniyê di bin banê wê de kar bikin. Ew ê her wiha pêdiviyên pêwîst weke semad, derman, tov jî pêşkêş bike da ku asta berhemdariya herêmê ya çandiniyê were zêdekirin.”

Piştî gotûbêjên berfireh ji bo damezirandina Yekîtiya Cotkaran 11 kes hatin hilbijartin da ku karê komeleyan were hêsankirin û pirsgirêkên cotkaran jî bêne çareserkirin.

Di dawiyê de rêziknameya yekîtiyê hate xwendin û xalên wê yek bi yek hatin gotûbêjêkirin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *