Yekem car.. Qehremaniya baskêtbolê ya keçan

0 582

REQQA – Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Encumena Sivîl a Reqqayê yekem car li ser asta bajarê Reqqayê “Qehremaniya baskêtbolê ya keçan” organîze kir ku xwendekarên keç ên dibistanên bajêr di nav de cih girtin.

Ev dibe yekem qehremaniya fermî ya ji vê cureyê ye. Ji rêveberên Komîteya Ciwan û Werzîşê Fatima Mihemed El-Xilêf ev qehremanî weke serkeftinekê bi nav kir û got: “Ev serkeftineke rasteqîn ji bo bajarê me ye ku piştî çend lîgayên taybet bi xortan qehremaniya keçan jî hate organîzekirin.”

Qehremaniya baskêtbolê ya keçên Reqqayê bi serkeftina tîma “Dibistana Elî Bin Ebî Talib” li hemberî tîma “Dibistana El-Intîfada” bi 4 xalan bi dawî bû. Ew qehremî li qada Stadgeha El-Tac El-Muhtedin hate organîzekirin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave A Reply

Your email address will not be published.