Thursday, September 24, 2020
HomemanshetHêzên me şaneyeke terorîst girtin
manshetNûçe

Hêzên me şaneyeke terorîst girtin

REQQA – Piştî şopandin û lêkolînkirina ji aliyê Yekîneyên Antî Teror, hêzên me karîbûn bi operasyoneke taybet şaneyeke terorîst a ji 2 kesan pêk tê bigirin.

Herdu kesên terorîst duh yekşemê 28’ê nîsana 2019’an li gundê El-Cidêdat ê rojhilatê bajarê Reqqa hatin girtin.

Ev şaneya ji 2 kesan pêk tê li bajarê Reqqa û derdorê wê mayîn didan çandin û di dema girtinê de hin teqemenî û mayîn jî bi wan re hatin girtin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

 

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *