REQQA – Rêveberiya Akademiya Şaredariyan a bajarê Reqqayê ji bo endamên dewreyeke perweredehiyê gereke meydanî organîze kir da ku rê û rêbazên kar nas bikin û nivîsgehên karê xwe ji nêz ve nas bikin.
Di wê gerê de hate hînkirin ku çawa nivîsgehên girêdayî şaredariya Reqqa werin birêvebirin û bi çi rengî danûstandinê li gel hemwelatiyan bikin.
Ji rêveberên akademiyê Ehmed Esediyê da zanîn ku ew kes di perwerdeya mehekê re derebas bûne û di nava wan de serokên şaredariyan û endamên rêveberiyên herêmî jî hene ku bi giştî hejmara wan 21 kes in.
Ehmed destnîşan kir ku dewre li ser pêdawîstî û daxwaziya şaredariyê hatiye vekirin û wê hîna gelek dewreyên din jî werin destpêkirin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk