Thursday, September 24, 2020
HomeCihêrengLi Reqqa navendeke çandî û hunerî hat vekirin
CihêrengmanshetNûçe

Li Reqqa navendeke çandî û hunerî hat vekirin

REQQA – Komîteya Çand û Huner a girêdayî Encuman Sivîl li bajarê Reqqayê naveneke çand û hunerê vekir, ku ev nêzî 4 salane girtî bû.

Vekirina navenda bi xulekek rêzgirtin li ser giyanê pakrawanan dest pê kir. Nûnerên Desteya Çand û Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Encumena Sivîl a Reqqa, Navenda Çand û Huner a Tebqa, Rêveberiya Jin û hejmarek ji hemwelatiyan beşdarî torena vekirina navendê bûn.

Cîgirê Hevserokatiya Encumena Sivîl a Reqqa Muhenned El-Kei Kacî axaftinek kir û got: “Ev projeke çandî ya girîng e. Ev dibe neynika nû ya bajarê Reqqayê. Em spasiyên xwe pêşkêşî her kesî dikin ku di vekirina vê projeyê de ked dane.”

Cîgirê Serokê Desteya Çand û Huner a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Receb El-Muşrif jî got: “Ev keleha çandî ya mezin nîşan dide bê Encumena Sivîl a Reqqa çiqasî girîngiyê dide çand û zanebûnê. Ev projeyeke demokratîk a ne navendî ya ku hemû pêkhate bi hezkirin tê de cih digirin.”

Di berdewama pîrozbahiya vekirina navendê de şano, stran, sînevisyon hatin pêşkêşkirin.

Ji aliyê xwe ve Hevseroka Navenda Çand û Hunerê ya Reqqa Emel El-Ettar got: “Ev navend dê bibe navenda ronakbîriya çandî û vegihînek di navbera ciwanan de ku ev demeke dirêj e dûrî çanda xwe ketine.”

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *