Saturday, July 11, 2020
HomemanshetŞehadeta Mustefa Mihemed hate ragihandin
manshetNûçeŞehîdên me

Şehadeta Mustefa Mihemed hate ragihandin

TEBQA – Encumena Malbatên Pakrawanan a Tebqayê û encumena Reqqayê bi merasîmekê şehadeta şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk Mustefa Mihemed ragihandin.

Mustefa Mihemed di pêngava rizgarkirina bajarokê Eyn Îssa de ku dikeve gundewarê Reqqayê gihiştiye şehadetê.

Bi wê boneyê fermandarên leşkerî, malbatên pakrawanan, nûnerên komîte û saziyên Rêveberiya Sivîl a Tebqa ji bo malbata pakrawan sersaxî xwestin.

Endamê Hevserokatiya Encumena Malbatên Pakrawanan a Tebqa Ebdulkerîm El-Ibrahîm got: “Pakrawan ronakbîriya jiyanê ne, wan canê xwe ji bo azadî û rûmeta me feda kir. Em soz didin wan ku riya wan berdewam bikin.”

Di dawiya merasîmê de belgenameya şehadetê ya Mustefa Mihemed radestî malbatê wî hate kirin, li gel tilîlilyên dayîkan û durişmeyên dilsoziya bi pakrawanan re.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *