Saturday, July 11, 2020
HomemanshetEncumena Malbatên Pakrawanên Tebqa nas bike
manshetNûçe

Encumena Malbatên Pakrawanên Tebqa nas bike

TEBQA – Komîteya Malbatên Pakrawanan a TEbqayê yek ji komîteyên Encumena Cîbicîkar e ku di cotmeha 2017’an de di çarçoveya xebatên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk de hatiye damezirandin, piştî rizgarkirina bajêr ji rêxistina DAIŞ’ê.

Ev komîte li ser bingeha nivîsgeheke malbatên pakrawanan hatiye damezirandin ku di tîrmeha 2017’an de dest bi karê xwe kiribû.

Xebatên komîteyê ji 10 kesên ji malbatên pakrawanan ên bajarê Tebqayê dest pê kir û misyona wan a sereke ew bû ku karûbarên girêdayî pakrwanan û piştevaniya malbatên wan bişopîne.

Piştî ku qada xebatên komîteyê hatin berifrehkirin, ji encama karê wê Encumena Malbatên Pakrawanan di gulana 2018’an de hate avakirin. Ew encumen niha karûbarên 160 malbatên pakrawanan bi rêve dibe, jê 44 malbat ji bajêr û 116 jî li gundewarê Tebqayê ne.

Encumen niha ji van nivîsgeha pêk tê:

Nivîsgeha Hevserokatiyê: Misyona wê karê encumenê dişopîne û li gel Encumena Sivîl a Tebqayê hevahengiyê dike – Dîwana Encumenê: Xebat û çalakiyên encumena organîze dike – Nivîsgeha Darayî: Mûçeyên malbatên pakrawanan pêşkêş dike – Nivîsgeha Arşîvê: Çalakiyên encumenê bi belge dike.

Komîteyên encumenê jî ev in:

Komîteya lihevanînê: Ev komîte ji 4 kesan pêk tê misyona wan ew e ku pirsgrêkên di navbera malbatên pakrwanan de çareser bikin. Vê komîteyê karîbû piraniya pirsgirêkan çareser bike. Pirsigrêkên ku nehatin çareserkirin jî ji bo Desteya Dada Civakî hatin veguhestin.

Komîteya Tenduristiyê: Ev komîteya xizmetguzariyê tenduristî bêyî pere pêşkêş dike û rewşa wan a tenduristî dişopîne. Komîte ji bo malbatan dermanê pêwîst peyda dike.

Komîteya Hevjînên Pakrawanan: Ev komîte rewşa hevjînên pakrawanan û zarokên wan dişopîne, her wiha ji bo wan alîkariya pêwîst pêşkêş dike. Hejmara wan gihiştiye 60 hevjîn û 140 zarok.

Encumena Malbatên Pakrawanan bi xebatên merasîmên oxirkirina pakrawanên Hêzên Sûriya Demokratîk û pakrawanên sivîl radibe, her wiha serperîştiya goristanên pakrawanên Tebqa dike ku tê de cenazeyên 135 pakrawanan heye.

Encumena Malbatên Pakrawanan ji dema hatiye damezirandin ve gelek çalakiyên gelerî pêk aniye. Encumen merasîmên mehane yên bîranîna pakrawanan pêk tîne.

Bi serperîştiya encumenê kongreyek li ser asta bakurê Sûriyê di cotmeha 2018’an de li bajarê Tebqa hate organîzekirin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *