Saturday, July 11, 2020
HomeCihêrengNavenda lêkolînkirina pêjiyanî li Reqqa hat vekirin
CihêrengmanshetNûçe

Navenda lêkolînkirina pêjiyanî li Reqqa hat vekirin

REQQA – Şaredariya Gel a Reqayê îro navendeke ya lêkolînên pêjiyanî bi beşdariya hevserokên şaredariyên bajêr û gundewarê Reqqayê vekir.

Karîgerê Navenda Lêkolînan Mihemed Nûr El-Hindî got: “Ev navend bi desteka Encumena Sivîl a Reqqa û Komîteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan hate vekirin.”

El-Hindî zêde kir: “Beşê visrosan tenê madeyên xwarinê bi hemû cureyên wê lêkolîn dike, her wiha av û şîrê zarokan lêkolîn dike. Beşê kîmyawî jî xwarin û sotemeniyê lêkolîn dike û nas dike bê dema wan madeyan buhiriye yan na.”

El-Hindî da zanîn ku proseya lêkolînkirin bi riya amûr û alavên taybet pêk tê û piştî ku encama lêkolînan derdikeve, eger encam ne li gorî pîvanên bingehîn ên wan madeyan be dê ji bo aliyên têkildar were şandin da ku wan kesan bidin darizandin.”

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *