REQQA – Bi durişmeya “Tenduristî û aramî armanca me ye” îro Yekemîn Kongreya Yekîtiya Pijîşk û Pîşeyên Tenduristî li Reqqa pêk hat. Armanc ji vê kongreyê ew bû encumeneke damezirêner a sendîkeya pijîşkan were avakirin.
Endamên Komîteya Tenduristiyê, Encumena Sivîl a Reqqa, saziyên civaka sivîl û hejmarek ji pijîşkên deverê di kongreyê de amade bûn.
Kongre bi xulekek rêzgirtinê li ser giyanê pakrawanan dest pê kir. Endamê saziyên civaka sivîl Macid Ebdê axaftinek kir û behsa rewşa tenduristiyê û karê nexweşxaneyan li Reqqayê kir, ku d encama şerê deverê de aliyekî mezin ji wan hatibûn wêrankirin.
Endamê Sendîkeya Pijîşkan Esker Ehmed El-Esker bal kişand ser girîngiya beşê tenduristiyê û got: “Armanc ew bû ku rêzikanme ji aliyê pijîşkan ve were xwendin û guhertinên pêwîst werin kirin.”
Di dawiya kongreyê de Encumena Damezirêner a Sendîkeya Pijîşkan tevî komîteyên wê hatin avakirin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk